Dewleta Tirk a dagirker dîsa êrişî Şengalê kir

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din bi balafirên bê mirov êrişî Şengalê kir û malek hat bombebarankirin.

Êriş di saetên piştî nîvro de bi balafira bêmirov û bi çek li navçeya Xanesorê pêk hat.

Di êrişê de malek hate bombebarankirin.

Lê derbarê encamên êrişê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Balefireke bê mirov li Xanesorê malek bombebarankir

Hêjayî gotinê ye ku duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balafireke biçek li nêzî seytereya Cidalî ya Şengalê êriş pêk anî bû..

Back to top button