Ciwanên Minbicê êrişên bi çekên kîmyawî şermzar kirin

Li Qamişlo û Minbicê bi çalakiyan bikaranîna çêkên kîmyewî hate şermezarkirin û peyama mezinkirna tekoşîn û berxwedanê hate dayîn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê li dijî êrişên bi çekên kîmyawî çalakiya konvedanê li dar xist.

Bi sedan kes, şêx û rêspiyên eşîrên ereb û endamên tevegerê beşdarî çalakiyê bûn.

Kesên ku axivîn êrişên dewleta Tirk yên bi çekên qedexekirî û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.

Her wiha bang li gelê herêmê hate kirin ku li dijî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk bertek nîşan bidin.

Li Qamişlo dijî êrişên bi çekên kîmyawî çalakî hat lidarxistin

Li Qamişlo jî Ciwanan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiyek li dar xistin.

Bi dehan ciwan, welatî, endam û nûnerên saziyan û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed axivî û bang li ciwanan kir ku li dijî her cureyên şerê taybet biseknin û têbikoşin.

Back to top button