Li Iraqê di 24 saetan de 49 kes bi Coronayê ketin, 31 kes jî baş bûn

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 49 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 31 kes jî baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di nava 24 saetên dawî de 4 hezar û 242 testên virûsê hatine çêkirin, di encamê de derket holê ku 49 bi vîrûsê ketine.

Ji vana 31 kes li Bexda, 11 kes li Besra, 3 kes  Kerbela, 3 kes li Hewlêrê û kesek jî li Musena bi virûsê ketin.

Her wiha 31 nexweşên Coronayê jî baş bûn,

Heya niha li Iraqê 2 hezar û 480 kes bi virûsê ketine, 1 hezar û 602 kes baş bûne û 102 kes jî mirine.

Back to top button