Gerîlayan li Sasona Êlihê li artêşa Tirk a dagirker dan

HPG’ê li dijî wesayîteke yekîneyên veşartî û sixûrên dewleta tirk yên li Êlihê çalakiyek sabotejê pêk anîn û wesayît hat teqandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê;

29’Ê Nîsanê li devera gundê Sinemergê ya herêma Sasonê ya Êlihê endamên yekîneyên taybet û sîxûr ên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê xebatên lêgerînê dikirin, kirine bin kontrolê.

Li dijî van yekîneyên ku demekê hatine şopandin heman gerîlayan çalakiyek sabotajê kirin.

Di encamê de, wesayît hat teqandin, lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahî nehatin zelalkirin.

Her wiha Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) gerîlayên ku di 2’ê Gulanê de li Bedlîsê li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn û di encamê de 11 leşker hatin kuştin, pîroz kir.

Back to top button