Parlamentoya Lubnanê cara 9ʹan di hilbijartina serokekî nû de bi ser neket.
Civîna 9ʹemîn a parlamentoyê ya ji bo hilbijartina serokkomarekî nû vê sibehê dest pê kir.
Di civînê de parçebûneke dijwar di navbera ‘Koma 8ʹê Adarê’ ya bi serokatiya Hizbullahê û ‘Serdestiya Guhertinê’ û yên serbixwe de çêbû..
Li Lubnanê ji dawiya meha Cotmehê ve cihê serokkomar vala ye û vê carê jî parlamento serokkomarekî nû li şûna Mîşel Ewn nikaribû hilbijêre.
Serokê parlamentoyê Nebîh Birî roja pêncşema bê ji bo rûniştina 9ʹan diyar kir.