HPG: Arteşa Tirk 150 caran bi çekên kîmyewî êriş kir

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatin kuştin. Derbarê êrişên dewleta Tirk de jî HPG’ê got: Di 7, 8 û 9’ê Kanûnê de 150 caran qadên berxwedanê bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand..

Li gorî vê: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de;

9’ê Kanûnê tîmên gerîla li herêma Zapê bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin..

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Li Girê Cûdî tîmên YJA Starê û HPG 7 caran bi çekên giran li dagirkeran dan..

Her wiha dema ku helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran li Girê Cûdî deynin, hêzên gerîla 2 caran li wan dan..

Helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

Li ser êrişên arteşa Tirk jî HPG got: Artêşa Tirk ji 7’ê Kanûnê heta 9’ê Kanûnê herî kêm 150 caran bi çekên kîmyewî,

5 caran bi balafirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrîşê,

û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

HPG: Belavokên li ser navê me li Geverê hatine belavkirin ne yê me ne

elavokên li ser navê me li geverê hatine belavkirin ne yê me ne

Di dawî de HPG’ê têkildarî belavokên ku li ser navê wan li Geverê hatine belavkirin jî ev agahî dan:

“Em diyar dikin ku daxuyaniyên mijara gotinê, ne aîdî hêzên me ne, bi şêwaza xebatkarên şerê taybet hatine nivîsandin û divê gelê me baweriyê bi van belavokan neyne.”

Back to top button