Îro, Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Bi boneya rojê, Komeleya Mafên Mirovan û Yekitiya Parêzeran ên herêma Cizîrê li Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş dan û bang li NY kir ku erkên xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk bi dawî bike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tişta li qada Sûriyê rû dide bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya hilweşîna roja mafên mirovan e.
Hat gotin ku bikarnîna çekên wêraniyê, xizantî, nexweşiyên giran, hilweşîna jîngeh, tundiya sivîl, êriş, dagirkerî, pêkanîna sûc û komkujiyan li dijî mirovahiyê ne.
Êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên navneteweyî.
Di dewamê de hat ziman ku bi sedema êriş û gefên bênavber derfet li pêş zindîkirina rêxistina DAIŞ’ê tê vekirin.
Dawiya daxuyaniyê bang li sekreterê giştî ya NY’ê hat kirin ku rola xwe pêk bîne û ji Konseya Ewlehiyê hat xwestin ku li gorî benda 7’an ango biryara 2254’an a NY’ê tev bigere.