”Li dijî tecrîdê em ê dest bi rêzeçalakiyan bikin”

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihandin ku ew ê li dijî tecrîda li dijî rêber Apo dest bi rêzeçalakiyan bikin.

Parêzeran derbarê mijarê de daxuyaniyek dan û gotin: ”24salin Rêber Apo di şert û mercên zehmet de dijî.

CPT’î jî ev yek berê di raporên xwe de eşkere kiribû. Ev çend salin rêber Apo ji cîhana derve qut bûye.

Ne dihêlin parzêer hevdîtinê pêre bikin ne jî malbat. Tevî ku CPT rewşa li Îmraliyê dizane jî lê gav neavêtiye.

Û li hember wê berpirsyartiya xwe pêk nayîne. Berevajî wê destekê dide siyaseta Dewleta Tirk.

Ya ku xuya dibe ew e ku hemû hêzên navneteweyî hevkarê girankirina tecrîdê ne.”

Parêzeran ragihandin ku ew ê li hember tecrîdê dest bi rêzeçalakiyan bikin û ev tişt anî ziman:

”12 mehê li Minbicê, 14’ê mehê li Reqa û 16’ê mehê jî li Tebqayê dê konê çalakiyan bên vegiertin.”

Back to top button