Girtîyên azadiyê: Di 14’ê Tîrmehê de dîroka berxwedanê hat nivîsandin

Bi wesîleya salvegera Berxwedana Mezin ya 14’ê Tîrmehê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê daxuyanî dan û diyar kirin wê berxwedanê serketin pêk were. Bang li gel û hemû derdoran hat kirin ku li dijî zilm û tecrîdê li dora berxwedana li zîndanan kom bibin û têkoşînê mezin bikin.

Bi wesîleya salvegera 39. ya Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê ku kadroyê pêşeng yên PKK’ê Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akif Yilmaz li dijî zilm û faşîzma rêjîma 12’ê Îlonê ya dewleta Tirk dan destpêkirin, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî dan.

Bi nave girtiyan Deniz Kaya daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de di şexsê berxwedarên Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn, hate diyar kirin li dijî tarîtiya ku faşîzma 12’ê Îlonê dixwest biafirîne di 14’ê Tîrmehê de dîroka berxwedanê hate nivîsandin.

Hat diyar kirin îro di serî de li ser zindanan, li ser tevahiya gelê Kurd teslîmkarî tê ferzkirin û wiha hat gotin,

“Dijminê ku bi komploya navneteweyî Rêberê me dîl girt, bi rengekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin tecrîdê pêk tîne. Dixwaze ku di şexsê Rêberê me de gelê me, bêçareserî bihêlin. Berxwedana dîrokî ya bêhempa ya Rêberê me, biryardariya partî û gelê me, bûye sedem ku dewleta Tirk biderize.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ew greva birçîbûnê ya domdar û dorveger ji 14’ê Tîrmeha 2021’an û pê de di salvgera berxwedana rojiya mirinê ya mezin de ji pênc rojî diqulibînin ser 15 rojan û wiha hat dewam kirin;

“Helwest û baweriya partiya me û gelê me, hemû polîtîkayên gemarî pûç dikin. Rihê 14’ê Tîrmehê ew e ku mirov rêxistinê bi bîreweriya partiyê mezin bike.
Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe û bighêje azadiya xwe wê çalakiyên me dewam bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û hemû derdoran hat kirin ku li dora berxwedana zîndanan bibin yek û têkoşînê mezin bikin.

Back to top button