2’yemîn Mîhrîcana Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê ya ku li Şehbayê pêk hat bi dawî bû.
Bi diruşma ” Ji berxwedana serdemê ber bi tekoşîna Bazên Zagrosê ve ” duyemîn festîvala xwendekaran ji aliyên Ciwanên Şoreşger û xwendekarên Efrîn û Şehbayê hate li darxistin.
Bi dehan xwendekarên astên amadehî û navîn tevlî bûn.
Duh matçek volybollê û futbolê di navbera xwendekaran de pêk hat.
Paşê rêzemaçên şatrenc û kişandina werîsê, bazdana 100 metreyî û gelek lîstikên din li dar ketin.
Îro jî Mîhrîcan bi pêşkêşkirina berhemên werzîş, hunerî û çandê destpêkir.
Her wiha sînevîzyonek li ser berxwedana gerîlayan li çiyayê Kurdistanê hate pêşkêşkirin.
Festîval bi stran û girtina dîlanê bi dawî bû.