Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê bi armanca nîqaşkirina dahatûya sînemayê û avakirina pergalekî nû li bajarê Qamişloyê di komxebatekî de wê bicivin.
Komîteya Amadekar a Sînemagerên Rojava, piştî nîqaşên berfireh ên bi sînemageran re biryar da ku vê civîna girîng li dar bixe.
Wê civin rojên 24 û 25’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.
Li gorî agahiyan sê sînemagerên ji Sûriyeyê jî amede bibin.
Endamê Komîteya Amadekar û sînemager Şêro Hindê derbarê armanca vê civînê de axivî û got:
“Em li Rojavayê Kurdistanê komxebateke sînamegeran amade dikin, ji mijarên ku wê werin nîqaşkirin sekinandina ser pirsgirêkên heyî”.
Wê nîqaşa pêşeroja sînemaya Rojavayê Kurdistanê bê kirin da ku tiştên erênî zêde bikin,
Manewiyat û motîveyek jê bigirin.
Kêmasiyên hene wê nîqaş bikin, jêdera wan çi ye, ji bo her sînemager wane bîne ziman û encamekê jê derbixin.
Şêro Hindê diyar kir ku ewê têkiliyê xwe bi hemû sînemagerên Kurdistanê re pêş bixin da ku sînemayek nû ya Kurd û Kurdistanî ava bikin.



