Li Rojhilata Navîn termometreyê germahiya 70 pileyî nîşan da

Li cîhanê germahiya heyî jiyan zehmetir kiriye.
Li welatê rojhilata navîn Kuweytê germahiya hewayê gihişt 70 pileyî.
Germahiya hewayê ya li ber siyê jî 53 pile derbas kir.

Li gorî nûçeya çapemeniya Rûsî, li Kuweytê germahiya hewayê gihîşt 70 pileyî.

Her wiha germahiya hewayê ya li ber siyê jî gihiştiye 53.3 pileyî.

Ev germahî ya herî zêde di nava 70 salên dawî yên li Kuweyt de ye.

Tê texmînkirina ku ev germahiya li Rojhilata Navîn û Oqyanûsa Hintê ji ber tropîkalên demsalî be.

Havîna li Kendava Besra ji ber cûdahiya mezin a di navbera zexta atmosferê û bagera tropîkal a demsalî ya ji Hindistanê tê, dibe sedema bayê xurt pêk were.

Zanyar jî dibêjin, li Kuweytê di 50 salan de germahiya havînê wê bigihîje 60 pileyî.

Lê, Rêveberiya Meteorolojiya Kuweytê pileya germahiyê ya 53 derbas kirî piştrast nekir.

Li gorî pisporan, dibe ku termometreyên di nava erebeyan de germahiya heta 70 pileyî hatibe dîtin.

Back to top button