ENDAMÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN LI TEBQAYÊ HAT OXIRKIRIN

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Zewada bi nasnav Feysel Tebqa dema erka xwe bi cih di-anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Tebqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Muhened El-Ehmed helbest li ser hevalê xwe yên şehîd xwend.
Piştre li ser navê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan axadftin hatin kirin.
Kesên axivîn diyar kirin ku rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên keda şehîdan e.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nav slogan û tilîleyên dayikan de hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button