Efxanistan..Talîban ket nava bajarê wîlayeta Badgîsê

Bi vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê re, xeteriya Talîbanê li welat zêde buye.
Talîban şerê li bakurê welat dijwar kiriye û rojane navçeyeke nû dixe bin kontrola xwe.
Herî dawî Tevgera Talîbanê navçeyên wîlayeta Badgîsê bi temamî bi dest xist û kete nava bajarê navendî Kale-î Nev.

Li Efxanistanê ji ber metirsiya Talîbanê welat ketiye alarmê.

Talîban li bakurê welat rojane navçeyên nû kontrol dike.

Herî dawî Talîbanê kete navenda Badgîsê.

Waliyê Badgîsê Hesamûddîn Şems bi rêya SMS’ê peyamek ji rojnamevanan re şand û got,

“Dijmin kete nava bajêr, navçe hemû ketin, li nava bajêr şer dest pê kir.”

Şefê meclîsa bajarê Badgîsê Ebdul Ezîz Beg ji AFP’ê re axivî û piştrast kir ku Talîban ketiye nava bajêr û şer dewam dike.

Ebdul Ezîz Beg got,

“Şeva derbasbûyî berpirsyarên servîsên ewlekariyê yên wîlayetê teslîmî Talîbanê bûn û Talîban jî vê sibehê ketin nava bajêr.”

Li nava bajêr şer dewam dike û derdora 200 girtî reviyane.

Endamê meclîsa wîlayetê Ziya Gul Hebîbî diyar kir ku polîsan midûriyeta emniyetê û buroyên servîsa îstîxbaratê ya Efgan NDS bi dest xistine.

Hebîbî got, “Rayedarên wîlayetê xwe li kampeke leşkerî ya li bajêr girtin.”

Piştî ku DYA’yê di meha Gulanê de bi rengekî fermî hêzên xwe vekişand, Talîbanê êrişên xwe zêde kir.

Tê payin ku vekişîna hêzên DYA’yê rojên bê temam bibe.

Talîbanê jî di nava vê demê de serweriya xwe zêde kir.

Rojên dawî gelek navçe ketin destê Talîbanê.

Çekdarên Talîbanê di demên dawiyê de, êrişên xwe yên li ser Badahşan, Tahar, Xeznî, Herat û Badgîş zêde kiribû.

Li gorî Wezareta Karên Hindir yê Efxanistanê, di nava 2 hefteyên dawiyê de, 14 navçe ji bin kontrola Talîbanê derxistine.

Talîban: 205 navçe di bin kontrola me de ne

Talîban jî îdia dike ku ji 407 navçeyên li welat, kontrola 205’an di destê wan de ye.

Talîbana ku ji bo desteserkirina navenda wilayeta Badgis êriş da destpêkirin.

Ev êriş, piştî salan cara yekem e ku navenda parêzgehê dike armanc.

Talîban, 2015’an ji bo demeke kurt navenda parêzgeha Kunduz a li bakurê welêt kontrol kiribû.

Back to top button