Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina rewşa xizmetguzarî ya li bajarê Hesekê civînek ji şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û siyasetmedarên Suryan re li dar xist.
Civîn li hola Meclisa kantonê ya Hesekê li darket, tê de şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb, kesayetên siyasî û desteyên xizmetguzarê amade bûn.
Di civînê de Hevserokê Meclisa Cîbicîkar ya Herêma Cezîrê Nezîra Kûriya li ser rewşa siyasî axivî û diyar kir ku îro rêveberî bêyî vîna gel wê ne rêveberî be, Rêveberî bersiv û vîna gel e.
Her wiha Nezîra teqez kir ku Rêveberî Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê însiyatîfa çareseriya aştiyê ye ku bi riya wê hemû alî dikarin li ser yek maseyê rûnên.
Beşdaran jî, li ser pirsgirêk û rêbazên çareserkirinê nêrînên xwe parve kirin.
Ji nîqaşên ku derketin pêş, rewşên xizmetguzarî û aborî bi rêya piştevaniya projeyên aborî û çandinî werin pêşxistin.
Her wiha mijara madeyên sereke ji bo beşê çandiniyê werin peydakirin, rola zimhêrê baştir were aktîvkirin, kalîteya nan were başkirin û xetê avê û rê werin sererastkirin.