Li Rojavayê Helebê di navbera çete û hikumeta Şamê de şer

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi dronan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê kir. Di encamê de, 16 leşker hatin kuştin. Li aliyê din artêşa Îsraîlê li bajarê Bassê êrişek pêk anî, 4 kes hatin kuştin.

Li rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê de şerekî giran rû da.

16 Leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand,

Çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şamê′ bi dronan êrişî kargeheke zeytê ya li Orum El Suxra ya li rojavayê Helebê kir.

Di encamê de 16 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Hikumeta Şamê gundewarê Helebê topbaran kir: 5 Çete hatin kuştin

Li Helebê jî hêzên hikumeta Şamê bi obusan derdora gundewarên Helebê û eniyên çeteyan topbaran kirin.

Di encamê de 5 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê de 4 kes hatin kuştin

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, Îsraîlê bi dornan li bajarê Bassê yê parêzgeha Quneytîrayê êrişek pêk aniye.

Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê de 4 kes hatin kuştin.

Îngilîzistanê ceza li 2 wezîrên hikumeta Şamê birî

Her wiha Ajansa Reutersê ragihand ku Ingilîzistanê cezayên nû li 17 kesên ji Belarûsê, 8 endamên hikumeta Şamê û 5 kesên ji Îranê birîn.

Ajansê diyarkir ku pereyên wezîrê ragihandinê yê hikumeta Şamê Butrus El Helaq û wezîrê bazirganiya hundirîn Muhsin Ebdulkerîm Elî hatin cemidandin.

Li gorî cezayên nû, rêwîtiya wan kesan qedexe û hevkariya bi wan re hatiye qedexekirin.

7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Back to top button