Di navbera Îran û Amerîkayê de peymana pevguhertina girtiyan

Di navbera Îran û Amerîkayê de pervguhertina girtiyan tê nîqaşkirin.
Li gorî pevguhertinê wê Tehran 5 girtiyên Îranî yên hemwelatiyên Amerîkayê ne serbest berdan.
Waşîngton jî wê bloka li beramberî pereyên Îranê yên di bankayên Koreya Başûr de rake.
Îran dibêje, heta ew pereyên xwe negirin wê pevguhertin pêk neyne.

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser pevguhertina 5 girtiyan li hev kirin.

5 kesên Îranî yên hemwelatiyên Amerîkayê ne wê werin berdan..

Hate ragihandinê Îranê roja Pêncşemê ew ji girtîgeha Êvînê derxistin û sewqî hepsa malê kirin.

Bi heman awayî serbestberdana girtiyek din ê Amerîkî beşek ji danûstndinan e.

Girtiyê 5’emîn ê mijara gotinê, çend hefte berê derbasî hepsa malê hatibû kirin.

Piştî 44 salan têkiliyên dîplomatîk

Îran ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an ve têkiliyên dîplomatîk bi Amerîkayê re çênekiriye.

Ev lihevkirin piştî danûstandinên veşartî yên demek dirêj di navbera herdu welantan de pêk hat.

Îranê di meha Hezîranê de piştrast kir ku ew bi navbeynkariya Ummanê bi Amerîka re di nava danûstandinên neyekser de ye.

Tehran li pey girtina pereyê xwe yê hatî cemidanin e

Li gorî agahiyan ji bilî serbest berdana girtiyan, mijara pereyên Îranê yên ku li bankayên Koreya Başûr hatine cemidandin jî di rojevê de ye.

Ajansê herwiha destpêkirina proseya veguhestina pereyên Îranê yên ku di bankeke Ewropî de hatine cemidandin, ragihand.

Di mijara pevguhertina girtiyan de yek ji şertên Îranê ew e, divê pereyê hatî cemidandin li ser hesabên ku ji aliyê Îranê ve hatine destnîşankirin werin razandin.

Heta ku ev gav ji aliyê Amerîkayê ve neyê avêtin wê Îran tu guhertinan pêk neyne.

Dezgeha dadwerî ya Îranê ragihandibû ku Tebaxa 2022’an, bi dehan kesên Îranî, bi sûcê binpêkirina cezayên Amerîkayê li dijî Tehranê, hatine girtin.

Back to top button