Serokê Amerîkayê Donald Trump, kêmkirina hêzên Amerîkî li Almanyayê ragihand.
Trump eşkere kir ku, “Berlîn, pereyên ku dide NATOyê bi paş xistiye û di warê bazirganî de bi awayekî neyîn bi Waşingtonê re dide û distîne, ji lewre ew ê hejmareke hêzên xwe ji wir vekişînin”.
Li gorî Trump, wê heya Îlonê tenê 25 hezar leşker bimînin û dibe ku heya wê çaxê careke din hejmar were kêmkirin.
Tê zanîn, 50 hezar karmend, di nav de 34 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Almanyayê dimînin.