Duh li bajarê Babê li nava bazara sotemeniyê, teqînek pêk hat. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku ji ber teqînê jimareke sehrîcên sotemeniyê şewitîn û agirekî mezin çêbû.
Li gorî çavdêriyê, di teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl jî birîndar bûn..
11’ê Hizîranê jî, li nêzî nexweşxaneya El-Farabî ya bajêr bombeyek bi erebeyekê de teqiya û sivîlek birîndar bû…
Tê zanîn, li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de ne aramî ne jî ewlehî heye û her tim teqîn û xwepêşandan çêdibin.