Nobeta “Azadî ji Ocalan re” careke din dest pê kir

Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasboûrg yê Fransayê 8 salan bênavber dewam kir, ji ber vîrûsa Corona ji neçarî demeke rawestiya bû. Duh, nobetê dîsa dest pê kir.

Nobeta azadiyê, ku di çarçoveya tedbîrên li dijî Corona de 11’ê Adarê bi rengekî demkî navber jê re hat dayîn, kete hefteya 416’an.

Çalakî vê hefteyê, bi beşdariya endamên Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) dîsa dest pê kir.

Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û destnîşan kirin, çalakiya ku wê hefteya bê derbasî sala xwe ya 9’an bibe, di asta stratejîk de girîng e.

Nobeta Azadiyê, di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kir.

Her hefte ji aliyê komek ji welatparêzên li Ewropayê ve tê meşandin.

Back to top button