Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi dronan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê kir.
Di encamê de 7 leşker hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand,
Çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şamê′ bi dronan êrişî kargeheke zeytê ya li Orum El Suxra ya li rojavayê Helebê kir.
Di encamê de herî kêm 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê bi obusan derdora gundewarên Helebê û eniyên çeteyan topbaran kirin.
Di encamê de 5 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.