Ji ber darvekirina Elî Ekber wê Brîtanya balyozê xwe ji Îranê vedikşîne

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê ragihand ku wê Brîtanya bi awayekî demkî balyozê xwe ji Îranê vekişîne: Ev biryar jî ji ber bi darvekirina welatiyê Brîtanya-Îranê Elî Reza Ekber ji aliyê Îranê ve, hatiye dayîn.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly bi daxuyaniyekê ragihand ku biryare bi awayekî demkî Brîtanya balyozê xwe ji Îranê vekişîne.

Ev biryar jî ji ber bi darvekirina welatiyê Brîtanya-Îranê Elî Reza Ekber ji aliyê Îranê ve, hatiye dayîn.

James Clever-ly di dewama axaftina xwe diyar kir ku London ji bo tedbîrên nû yên bikare li dijî Tehranê bikarbîne, guftûgo dike.

Hêjayî gotinê ye ku duh Îranê danê siharê Cîgirê berê yê Wezîrê Parastina Îranê, Elî Reza Ekberî, bi sucê sîxuriya ji bo Brîtanya û tevlîhevkirina asayîşa nîştimanî bi darve kir.

Ev bûyer jî bû sedema nerazîbûna Brîtanyayê.

Back to top button