“Bêdengî tê wateya hevkariyê”

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed anî ziman, ku êrîşên dewleta Tirk ji ber xweranegirtina li Şoreşa Jinê ye..
Rûksen Mihemed bang kir ku divê gel bi yek dengî, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî têbikoşin.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Rûksen Mihemed li dijî êrişên Dewleta Tirk nirxandin kirin ..

Rûksen Mihemed êrîşên dewleta Tirk bi barbariyê pênase kir û got:

Êrîş li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk tê kirin û qirkirin li Kurdan û gelên herêmê tê ferzkirin.

Li dijî terora DAÎŞ’ê, gel û şervanên herêmê bi berxwedaneke bêhempa mirovahî û cîhan ji terorê parastin .

Îro careke din dewleta Tirk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdengiya dewletên navneteweyî dewam dike.

Bêdengî tê wateya hevkariyê û erêkirina êrîşê.”

Rûksen Mihemed ragihand ku êrîşên li ser herêmê têne kirin nîşaneya siyaseta înkar û tunekirinê ye û got:

“Teknîk û teknolojiya li ber destê xwe hemûyan li hemberî gelê herêmê bi kar tîne.

Ev jî nîşan dide ku nikare xwe li Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê rabigire.”

“Em bi yek dengî, bi yek kulmê dakevin qadan”

Rûksen Mihemed bang li gelê herêmê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê û dostan kir:

“Divê her kes li qadan be, rabe ser piyan.

Ji bo parastina nirxên Şoreşa Rojava em bi yek dengî, dakevin qadan.”

“Bi şerê gelê şoreşgerî wê tol bê hilanîn”

Rûksen Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê û tirsandina gelan êrîş dike û wiha domand :

“Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî wê tol bê hilanîn.

Êrîş çiqasî berfireh jî bin wê destketiyên gelê herêmê û jinan bên parastin ..

Têkoşîna me ji bo ewlehiya cîhanê ye.”

Back to top button