Jina ku li dijî komploya li ser Rêber Apo bû serhildaneke ji agir

Ew xwediya ruh û evînek mezin ya yek-girtina gelan bû. Li dijî komploya li ser Rêber Apo, guleyek ji agir bû. Belê îro salvegera çalakiya canbexşane ya Elefterya For-tulakî ye. Elefterya di nameya hişti de wiha dibêje;Gelê Kurd li dijî zilmê têkoşîna azadiyê dide û aştiya gelan dixwaze. Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelê kurd û azadiya hemû gelan e.”

Rastî ew e ku, faşizm dikare di warê fîzîkî de mirov û gelan di aliyê fizîki de qir bike, dîl bigre.

Lê rih, dil û mêjiyê ku bi biryardarî û hêviyên gihiştina azadiyê diperpite tu caran nikare were qirkirin û dîlgirtin.

Têkoşîna azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber APO destpêkiriye, ew rih, dil û mêjiyê ku bi biryardarî û hêviyên gihiştina azadiyê ji bo gelê Kurd ji nû de zindî kiriye.

Lewra weke pêşengê xeta azadiyê komplo di kesayeta Rêber APO de li ser gelê Kurd dihat ferzkirin di 9’ê Cotmeha 1998’an bi awayekî hîn şênbertir rû da.

Elefterya Fortulakî jî li dijî komployê bi canê xwe bû xelekek li çembera agir.

Elefterya di 1983’an de li Yunanîstanê ji dayik dibe.

Jina Yunanî mîna navê xwe tim bû berxwedêra heqîqet û azadiyê.

Ew di nava malbatekî sosyalist û demokrat de mezin dibe.

Dema li zanîngeha Atînayê dixwîne dikeve di nava çengê ciwanan ya partiya Komînîsta Yunaniyan de.

Bi ciwanek kurd ê bin navê Şivan Ocal dizewice û 2 zarokên wan yên bi navê Ernesto û Clara tên cîhanê.

Eleferya bi hemû hebûna xwe re hewil dide ku gelê kurd û têkoşîna wê ya azadiyê nas bike.

Elefterya Fortulakî: Ez ne ji şer ji jiyanê hez dikim

Li dijî wê tarîtiyê serîhildan nîşaneya evîn û vînê bi xwe ye.

Ew ne bi zewacê bi evîna xwe ya heqîqetê re bû bûka Kurdistanê.

Elefterya Fortulakî, di 24’ê Adara 2006’an de li Atîna ya paytexta Yewnanîstanê,bi agirê edena xwe taritiyê têk dibe.

Elefterya Fortulakî: Silav ji bo her kesên di oxira azadiya Kurdistanê de têdikoşe

Elefterya di nameya şûnxwede hiştî wiha dibêje:

Ez ji Yewnanîstanê û ji zimanê xwe pir hez dikim. Lê bi qasî wê jî ji kurdî hez dikim. Jiyanek aştiyane pir xweş e û gelê kurd jî ji bo aştiya gelan têdikoşe. Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel bi çalakiya xwe re bûn rengê têkoşîna azadiyê û jinê. Ez di rihê berxwedêriya wan de Newrozê li we hemûyan pîroz dikim, lê hinek dereng mam. Slav ji bo hemû kesên ku di oxira azadiya Kurdistanê de têdikoşin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û gelê kurd, azadiya hemû gelên cîhanê ye. Bijî wekheviya gelan, Bijî aştî. Vîyan jiyan e!”

Back to top button