KCK’ê êrîşên ku duh li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatin, şermezar kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê êrîşên ku duh li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatin şermezar kir.

Duh li paytexta Iraqê Bexdayê du êrîşên xwekuj pêk hatin û di encamê de zêdeyî 30 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. DAIŞ’ê ev êrîş girt ser xwe.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê îro bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û ji xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji bîrandaran jî şifa xwest.

KCK’ê dîyar kir çeteyên DAIŞ’ê bi vê êrîş û komkujiyê xwestin bi hevre jiyana demokratîk û azad ya gelê Iraê asteng bikin û wiha hat gotin,

“DAIŞ ne tenê ji bo gelê Iraqê, ji bo azadî û yekîtiya demokratîk a hemû gelan metirsî ye. Desthilata faşîst a AKP’ê DAIŞ a ku têk çuye careke din dixwaze ruh bidê. Piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirk li Bexdayê pêkhatina vê êrîşê cihê fikrandinê ye.
Ev êrîşa xedar ji polîtakayên hêzên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikin, cihê nîne. Ev êrîş wê bi têkoşîna hevpar ya gelan werin têk birin.”

Back to top button