Mîhrîcana Govendan a Şehîd Ronahî Bawer di 16’ê Îlonê bi dirûşima “Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e” dest pê bike.
Komîteya Amadekar banga beşdarbûna Mîhrîcanê kir.
Mîhrîcan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîd Ronahî Bawer wê were li dar xistin.
Mîhrîcan wê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê wê li dar bikeve û ji 16’ê îlonê heta 21’ê îlonê dewam bike.
Armanca Mehrîcanê, zindîkirina çandên bi dehan sal hatibûn windakirin e.
Komîteya Amadekar ji hemû pêkhateyan pêk tê
Komîteya Amadekar ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.
Endamên Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de cih digirin.
Endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq axivî û got:
“Me dest bi amadekariya mîhrîcanê kiriye.
Roja dawîn a mîhrîcana îsal ne wek a salên berê ye.
Îsal govend nayên nirxandin, hemû komên beşdar wê bên xelatkirin.”