Gundewarê Zirgan û Til Temirê hate topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe doh şev careke din êrişî gundên Zirgan, Til Temir, Girsê Spî û Minbicê kirin û hewildan ji bejahî ve van deveran dagir bikin.
Lê rastî bersiva tund a şervanan hatin.
Taybetî çeteyan, bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin, li gundê Ereb hesen û Mihsînlî yê Minbicê derbek mezin xwarin û gelek kuşti û birîndarên çeteyan çêbû.
şer heta destê sibê berdewam kir.

Doh şev heta sibê artêşa dagirker li seranserê xeta Zirgan, Tiltemir, Grêspî û Minbicê li dijî hêremê êrişeke hemwext da destpêkirin.

Dewleta dagirker doh gundên Enîq El Hehwa, Dada Ebdal, Bobî, Til Ebûd, Til El Wirûd û Mişêrfe yê başûrê navçeya Til Zirganê bi çekên giran topbaran kir.

Lê agahiyên berfirehtir têkildarî topbarana berdewam nehatin bidestxistin.

Her wiha gundên Tewîla, Tıl Tewîl, Um El-Xêr, Guzeliyê, Dirdara, Tıl Cuma û Til Gerabit yên girêdayî Tıl Temirê jî bi çekên gıran, hawan û obîsan tên topbaran kir.

Ji gundên Tıl Temırê di encama topbarana hov ya dewleta Tırk ya dagırker de, agir bi eraziyê şêniyên heremê ket û topbaran heta saetên seherê berdewam kir.

Gundewarê Eyn Îsa hate topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wî gundewarên Rojavayê Eyn Îsa bi tang û obûsan ve topbaran kir

Hem wextê êrişên li ser Eyn Îsa artêşa dagirker gundê Aqîbê, Soxanekê û derdora Bênê ya navçeya Şêrewa a herêma Efrînê bi doçkeyan gule baran kir.

Çeteyan li gundê Ereb Hesen ê Minbicê derbek mezin xwarin

Her wiha li xeta minbicê taybet jî gundê Ereb Hesen, taxarê, um culud û derdora mexselê şereke dijwar di navbera meclîsa leşkerî ya Minbicê û çeteyan de rû da.

Di encam de êrişa çeteyan hate têkbirin

Hate ragihandin ku di bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de gelek kuştî û birîndar dijmin çêbûn e.

Back to top button