Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 9 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê hejmara çeteyên ku di encama bersivandîyan êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Minbicê de hatine kuştin eşkere kir.
Gor navendê 9 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Ji çend rojan ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî destpêkirina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bi dijwarî êriş bakur û rojavayê Minbicê dikin.

Duh û heta vê sibê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek caran êrişî xeta Sacûrê kir.

Malên sivîlan, bendên leşkerî yên hêzên me bi çekên giran kirin hedef.

Herî zêde êriş li ser gundê Ereb Hesen bûn.

Şervanên me bersiv dan wan êrişan, tevahî êriş têk birin û windahiyên mezin li çeteyan kirin.

Meclisê aşkere kir ku herî kêm 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 11 birîndar bûne.

Her weha hêzên me, gelek çek û cebilxane desteser kirin û çete reviyan.

Meclisê soza tolhildanê da û destnîşan kir ku xebatên parastina ewlehiya herêmê û têkbirina tevahî êrişan bidomînin.

Êrişên li ser gundên Til Temir û Girê Spî hate têkbirin

Back to top button