Bi girseyeke mezi şervana YPJ’ê Rojna Egîd û herdu şervanên QSD’ê Agirî Qamişlo û Herekol Qamişlo hatin oxirkirin.
Di merasîmê de jineke ciwan jî navê Rojna Egîd li xwe kir û tev li YPJ’ê bû.
Bi tevlîbûna hezaran şêniyên herêma Cizîrê her 3 şehîd li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.
Li goristanê piştî rêzgirtinê, kesên axivîn diyar kirin ku şehîd ji bo azadkirin û parastina welatê xwe li hemberî hêzên tarî bi lehengî tekoşîn kirine.
Şoreşa me xwe bi biratiya gelan mezin kir, Em ê dijî hemû komployên lidijî biratiya gelan û sîstema Rêveberiya Xweser têk bibin.
Bal hat kişandin ser operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” û hat gotin:
Xelkê Dêrazorê karîbûn komploya ser wan tê meşandin nas bikin.
Gelan li beramberî vê komployê isbat kir ku ew bi welatê xwe ve girêdayî ne û ti carî rê nadin planên dijminan.
Pê re jî heqîqeta gelan li herêmê derket holê.
Piştî axaftinan wesîqeyên her sê şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan hatin spartin.