Rûspiyên Til Temirê: Em piştgiriya QSD dikin

Rûspiyên navçeya Til Temirê piştgiriya QSD’ê kir û bang kirin ku guh nedin hewldanên derxistina fitneyê.

Meclisa Sivîl a navçeya Til Temirê bi koordîneya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, li gel rûspî, pêkhate û nûnerên partiyan civînek li dar xist.

Di civînê de gelek axafatin hatin kirin û hat gotin:

Divê em bi tiştên li ser dezgehên çapemeniyên tên belavkirin, bawer nekin.

QSD ji ciwanên êl û pêkhateyên herêmê ava bûye.

Ji dema avakirina komîteya amadekar ve, heta niha behsa cudakirin nehatiye kirin, mîna ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk îdia dikin.

MSD û QSD’ê li ser welatparêziyê nimune ne.

Bi saya fedakariyên QSD’ê, xelkê herêmê bi rûmet û azad dijî û Sûriye parçe nebû û hat diya kirin ku ji bilî Rêveberiya Xweser û modela biratiya gelan, tu çareserî nîn e.

Propagandayên tê kirin ne rast in, em li herêmê li ser bingeha biratiyê de dijîn.

Gelek kurd dijî DAIŞ şehîd dan, cîhan tev şahidê wê ye. Ev jî yekitî û hevgirtina pêkhateyan nîşan dide.

Dawiyê teqezî bi piştgiriya QSD di şerê wê yê li dijî terorê hat kirin.

Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Hevgirtî bin û nekevin xefka fitneyan

Back to top button