Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gerîla şermezar kirin û ji bo darizandina sûcdaran banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî kir.
Meclisê têkildarî mijarê li pêşiya Dîwana Edaleta Civakî ya li Kobanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 2022’an de û heta niha li gelek herêmên Kurdistanê li dijî welatî û şervanên ku gelên herêmê diparêzin, çekên qedexekirî bi kar tîne.
Li hember van êrişan aliyên navneteweyî bêdeng in. Ev yek binpêkirina hemû qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî ye.”
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û mirovî bînin cih.
Her weha ji bo darizandina sûcdaran banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî hat kirin.