Tûnis..Di xwepêşandanên li Akrabê de kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Tûnisê di demek ku êdî krîza siyasî ber bi dawiyê ve diçe be, vê carê aloziya sergoyê xwe daye der.
Di xwepêşandanên li dijî sergoyê ku li herêma Akrab ya bajarê Safaks pêk hatin de polîsan dundî bikar anî.
Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li ser banga Sendîkaya Giştî a Karkerên Tûnisê, bi sedan kes berê xwe dan ber Şaredariya Akrab ê.

Xwepêşandêran dema xwestin ber bi cihê sergoyê ve bimeşin, rastî êriş û bombeyên gazê hatin.

Li wir di nava bera aliyan de pevçûn derketin.

Ji ber xwepêşandanên beriya niha jî kesekî 35 salî jiyana xwe ji dest dabû.

Xwepêşandêr daxwaza girtina navenda zergoya El Kîna dikin.

Li Safaks nêzî mehekê ye, komkirina sergo û piştre jî birina navenda wê ya li El Kîna alozî ye.

Piştî navenda El Kîna ya sergoyê ku 20 kîlometre ji bajar dûre hate girtin, sergoya linava bajarê Safaks bû cihê bertekan.

Ji ber vê yekê 8’ê Mijdarê careke din ev navend hate vekirin.

Di xwepêşandanan de pevçûnên dijwar rûdidin.

Piştî ku xwenîşanderan sibeha 9’ê Mijdarê agir berdan navenda polîsên Ekrabê, hêzên artêşê ji bo parastina avahiyên giştî ber bi Ekrabê ve hatin şandin.

Back to top button