Meclisa HDP’ê bi Serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mithat Sancar lihev civiyan

Derbarê nirxandina rewşa siyasî, êrişên li dijî HDP’ê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê li bajarê Enqerê yê Tirkiyê civînek pêk anîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de axivî û got. “Em ji her demê bi hêztir in û Kurd wê serî li ber we netewînin.”

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar civiya.

Civîn li Enqereyê hat lidarxistin û di civînê de geşedanên siyasî, êrişên li dijî HDP’ê û plansaziya serdema nû hatin nirxandin.

Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî û da zanîn ku yek ji armancên li gorî plansaziya dema nû ew e ku ew wek HDP xebatên aştiyê ji jêr ve ava bikin.

Sancar diyar kir ku deklerasyona banga ji bo demokrasiyê ku bi raya giştî parve kirine, di heman demê de nexşerêya wan diyar dike û wê deklarasyona xwe bixin meriyete.

Sancar anî ziman ku deklerasyona wan ji aliyê beşeke girîng a civaka Tirkiyê ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin.

Mîthat Sancar: HDP wê bibe hêza damezrîner yê siyaseta Tirkiyê

Mîthat Sancar di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye di nava krîzeke piralî de ye û rol û mîsyona HDP’ê ya di çareserkirina rewşa aloz ya li Tirkiyê de destnîşan kir.

Sancar anî ziman ku bernameya çareseriyê ya herî berfireh a li hemberî vê krîzê, ew wek HDP pêşkêş dikin û heza wan heye.

Mîthat Sancar: Zext û Zordariya li dijî HDP’ê vediguhere bilindkirina dengên HDP’ê

Her wiha Sancar îşaret bi bêhiqûqiya li Tirkiyê jî kir û da zanîn ku Tirkiye di dema herî giran a bêhiqûqiyê de ye.

Sancar bal kişand ser êrişên li dijî HDP’ê yên mîna doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar û her wiha bi hezaran girtiyên siyasî û wiha got:

“Desthilatdarî dozên bi vî rengî ji bo xwe dike meseleya man û nemanê û bi vî rengî radigihîne ku wê HDP têk biçe.

Sancar diyar kir tevî zext û zordariyê jî, HDP her mezin dibe û berovajî wê ev êrişên li dijî wan veguhere bilindkirina dengên ji bo HDP’ê.

Back to top button