YPG’ê şervanên xwe şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anîn

YPG’ê şervanên xwe şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anîn û got:
“Hevrêyên me Gelî û Amed bi têkoşîna xwe qehremaniyê navên xwe di dilê gelê me de nivîsandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û şervanên xwe şehîd Gelî û şehîd Amed bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkoşîna şoreşê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, di encama pêngavên dîrokî ya berxwedanê de lehengiyên mezin derxistiye holê.

Bal hate kişandin ser berxwedana şehîd Gelî û Amed ya li hemberî dagirkerî, êrişên DAIŞ’ê, hat diyar kirin wan navên xwe di dilê gel de nivîsandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Her du heval di her bostekî axa Kurdistanê de li dijî dijmin têkoşeriyekî bêhempa nîşan dan û şerê rûmetê bi fedayî meşandin.

Hevrê Gelî bi destpêkirina şoreşê ve li gelek herêm, bajar û gundan li dijî çeteyan, di sengerên herî pêş de şer kir.

Hevrê Gelî qehremantiya xwe nîşan da û wekî şervan û fermandarekî xwe her tim bi serkeftinê ve girê da.

Di berxwedana Girê Spî de, di çeperên herî pêş de cihê xwe girt, bi hezkirina kûr a gel û rêhevaltiyê her tim bû çavkaniya kêfxweşiyê.

Hevrê Gelî ku ji ling, mil û çavê xwe birîndar bûbû tu carî van wekî astengiyekî li pêş şer nedît û li dijî dijmin şerkirinê her tim ji bo xwe wekî erkekî bingehîn didît û bi vî awayî tev geriya.

Hevrê Amed jî bi sekna xwe bû sembola kedkariyê, di hemû xebatên ku dimeşand de, her tim bi baldariyeke mezin nêz dibû.

Bi hestên şoreşgeriyê di kesayeta xwe de şervantiya azadiyê ava kiribû.

Hevrê Amed cihê xwe di Berxwedana Serdemê yê Efrînê de girt, bi sekna xwe ya bicoş û kelecan, di dilê gel û hevalên xwe de cihê xwe girt.

YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de soza xwedî derketina li têkoşîna şehîdan ya heta serketinê da.

Back to top button