Ayda Lûlû: Feydeyên dermanên xwezayî bêtir e

Ayda Lûlû ya ji bajarê Qamişlo 20 sal bi çêkirina dermanan ji giya û findên xwezayî mijûl dibe. Ayda diyar kir ku tecrubeya kar a salên dirêj îsbata herî mezin a pisporiyê ye û got: Feydeyên dermanên xwezayî bêtir e.

Nebat ji demên berê yên dîrokî ve bingeha dermankirina bijîjkî bûne.

Dermanê giyayan îro jî bi berfirehî tên bikaranîn.

Ayda Lûlû 20 sal in bi giya û findên xwezayî dermanan diafirîne.

Ayda Lûlû da zanîn ku hezkirina wê ya mezin ji vê warê re hişt ku dest bi çêkirina dermanên xwezayî ji bo nexweşiyan bike û ev tişt got: Min ji zarokatiya xwe ve ji vî karî hez kir.

Bi derbasbûna rojan re ezmûna min di xebatê de pir zêde bû.

Gelek kesan ji dermanê ku min dafirand feyde dîtin.

Der barê awayê amadekirina dermanan de, pêvajo di çend beşan de tê dabeşkirin.

Di nav de fermentasyon, sterîlîzekirin û parzûnkirin heya ku berhem ji bo bikaranîna amade be.

Ayda Lûlû destnîşan kir ku feydeyên dermanên xwezayî bêtir e û wiha domand: Dermanê ku ji giyayên xwezayî tê amadekirin, ji bandora dermanên ku ji madeyên kîmyewî tên çêkirin, hêdîtir e.

Lê bikaranîna dermanên ku tê de madeyên kîmyewî, rewş piştî demekê vedigere rewşa berê.

Ayda Lûlû teqez kir ku tecrubeya kar a salên dirêj îsbata herî mezin a pisporiyê ye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: Tecrubeya kar îsbata herî mezin e, bi roj, ezmûn û xebata dubare berhem baştir û bi bandortir dibin.

Ya ku min di vî karî de serkeftî dike bawerî û jiyana min e.

Hêvîdar im di rojên pêş de baştir û baştir bibin.

Back to top button