LI Reqayê pêşbirka Hespên Esîl dest pê kir. Ji tevahiya Sûriyê 120 siwar beşdarî pêşbirkê bûn.
Kluba Ceyş El Siwar a Werzîşê û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi navê Şehîd Ferhad Dêrik Pêşbirka Hespên Esîl li qada Siwariyê ya bajarê Reqayê dest pê kir.
Fermdarên QSD, rûspiyên eşîran, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên herêmê amade bûn.
Mihemed El Erac di merasima destpêkirinê de axivî û diyar kir ku pêşbirkê li ser asta tevahî Sûriyê bi beşdarbûna 120 hespan hatiye birêxistinkirin ku piraniya wan ji Reqa, Tebqa, Dêrazor, Bûkemal, Minbic û Şamê ne.
Mihemed El Erac diyar kir ku wê xelat li 3 kesên pêşîn ên serketî werin belavkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev pêşbirk a yekeme ku li ser vê astê li Reqayê tê lidarxistin.