KCK: Li dijî êrişên dagirkeran rabin ser piyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir.
KCK’ê êriş weke amadekirina planeke nû ya dagirkirina Rojava binav kir û bang li gelê Kurd kir da ku li her deverê rabin ser piyan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên li ser Rojava daxuyaniyek da.

KCK’ê bi bîr xist ku êrişên qirkirinê bi çalakiya li Enqereyê girêdan, berevajîkirin e û got;

“Ji îro pê ve li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên berfireh tên kirin.

Di van êrîşan de ne tenê gel, pergala jiyana civakî jî hedef girt.

Di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne .

Gelek bend, tesîs û kargeh ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin.

KCK: Ev êriş qirkirineke eşkere ye

Ev êrîş qirkirineke eşkere û sûcê mirovahiyê ye.

Ji niha û şûnde jî divê yek Kurd li hemberî van êrişan bê deng nemîne.

KCK: Erdogan bi dijminatiya Kurdan jehrî bûye

KCK’ê diyar kir ku Tayyîp Erdogan bi dijminatiya Kurdan jehrî bûye û got;

“Li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk û raya giştî di bin zexteke mezin de ye.

Lewma rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên ku heqîqetê eşkere dikin tên binçavkirin .

Bi vî rengî dihizirin ku dikarin civakê rastiya faşîzmê qebûl bikin.

Lê belê weke ku tê dîtin, çalakiya ku li Enqereyê pêk hat, derewên desthilatdariya AKP-MHP’ê derket holê.

Lewma pir girîng e ku her kes li dijî vê plana qirêj dengê xwe bilind bike.

KCK: Girêdana bi çalakiya li Enqereê re berovajîkirin e

KCK’ê destnîşan kir ku ravekirina êrîşên li dijî Rojava bi çalakiya li Enqereyê tam hincet e û got:

“Dewleta Tirk bi komkujî û koçberkirina Kurdan biryara dagirkirina Rojava daye.

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ev biryar girtin. Ev rastî ye, ji wê wêdetir tiştek derew e.

Divê hem gelê Kurd û hem jî raya giştî vê rastiyê baş zanibin.

Li hemberî vê rastiyê nêzîkatiya tu kesî ya ji nedîtî ve û nehesibandinê nayê qebûlkirin.

KCK: Divê cîhan nebe şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan

KCK’ê ragihand ku hêzên cîhanî yên serdest jî hevkariya êrişên dewleta Tirk dikin û wiha dewam kir:

Eşkere ye ku cîhan bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd tê ceribandin.

Heta niha tu sazî û dewleteke fermî ya navneteweyî, li hemberî van êrîşan helwesteke cidî negirtiye.

Berovajî polîtîkayên dewleta Tirk rasterast an jî nerasterast destek kirin.

Hem li dijî dewleta qirker û hem jî hevkarên wê, divê gelê me li her qada rabe ser piyan û li Rojava xwedî derkeve.

PKK: Tu sûc bê ceza namînin

Back to top button