PKK: Berxwedana dîrokî ya 25 salan koplo pûçkir

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 26’an a komploya navneteweyî de daxuyanî da û got:
“Têkoşîna sala 26’an wê li her qadê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser bikeve.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 25’an a komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek weşand.

PKK’ê hêzên tevlî komployê bûn hemû şermezar kir, û got:

“Komploya navneteweyî ku ji bo îmhakirina Rêber Apo hate kirin 25 salan li pey xwe dihêle.

Êrîşa komployê û berxwedana li hemberî vê yekê mohra xwe li çaryeka destpêkê ya sedsala 21’ê xistin.

Hêzên komploger xwestin ku di dawiya sedsala 20’î de qirkirina Kurdan temam bikin.

Lê belê bi berxwedana dîrokî ya 25 salan re komplo hate pûçkirin.”

PKK: Hêzên komploger li bin ketin

PKK’ê diyar kir ku eşkere ye ku êrîşa komploya navneteweyî êrîşeke mejiyê qirkirin û mêtingeriyê ye û got:

“Ji bo hêzên komploger encam her tim binketin bû.

Bi pêşengiya Rêber Apo weke gel û tevger, planên êrîşê yên komploger hemû li bin ketin.

Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê qezenç kir, derew û hîleyên Rêveberiya Tayyîp Erdogan hatin pûçkirin. ”

PKK: Komplo Tirkiye xist nava felaketekê

PKK’ê destnîşan kir ku komployê ya navneteweyî ku li dijî Rêber Apo hate kirin, bi qasî Kurdan li dijî gelên Tirkiyeyê bû.

“Wan jî bi qasî Kurdan berdêlên giran dan, êşên giran kişandin.

Em baş zanin ku armanca komplogeran ew bû ku dijminatiyeke bêdawî di navbera Kurd û Tirkan de biafirînin.

Komplo Tirkiye xist nava felaketeke rasteqîn.

PKK: Li dijî êrişan berxwedaneke topyekûn tê meşandin

Bêguman vê yekê qezanceke madî da Tayyîp Erdogan û derdora wî.

Lê belê di serî de jin û ciwanên Tirkiyeyê gelan zerareke mezin jê dîtin.”

PKK’ê eşekre kir ku li dijî êrîşên qirkirin û faşîzmê, berxwedaneke topyekûn tê meşandin û wiha domand:

Li ser vê bingehê em careke din komployê lanet dikin, Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikin.

Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku têkoşîna xurt bikin.

Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê ji bo 9’ê Cotmehê bang kir

Back to top button