QSD’ê têkîldarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên der barê şehîdxistina 8 şervanên wan de li ser hesabê xwe yê Twittere daxuyaniyek parvekir û got: Ev îdiayên wan ne rast in.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê îdiayên dewleta Tirk a dagirker derewandin.
QSD’ê derbarê nûçeyên derew ên dewleta Tirk de wiha got:
“Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker di daxûyaniyeke de, îdia dike ku di şeva 3’yê Gulanê de 8 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”