Şandeya CDK-S’ê bi nûnerên ye’ê yên Qibrisê re ji bo azadiya Kenan Ayaz civiyan

Li ser navê CDK-S’ê şandeyek ji çar kesan pêk dihat, ji bo rawestandina biryara radestkirina Kenan Ayaz bi Nûnerên Yekîtiya Ewropayê yên Komara Qibrisê re hevdîtin pêk anîn.

Ji bo azadiya Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê ku li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hat girtin û biryara radestkirina wî hat dayîn, li Nûnertiya Daimî ya Yekîtiya Ewropayê ya Komara Qibrisê hevdîtin hat kirin.

Şandeya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) dosyaya ji bo azadiya Kenan Ayaz radestî Cîgira Nûnertiya Daimî ya Komara Qibrisê Andrea Petranyî kirin.

Yûrdûsev Ozsokmenler têkîldarî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku wan ji Andrea Petranyî re ragihandine ku siyasetmedar Kenan Ayaz ê bêmaf hatiye girtin, divê azad bibe.

Ozsokmenler got: “Me di hevdîtinê de ragihand ku Kenan Ayaz bi hinceta xebatên xwe yên polîtîk hatiye sûcdarkirin:

Lê tu xebatên Ayaz weke terorîzmê nayê hesibandin.

Me ragihand ku divê di rûniştina biryarê ku wê di 9’ê Gulanê de li Dadgeha Bilind a Qibrisê bê dîtin, biryara berdana bê şert û merc a Ayaz bê dayîn.”

Back to top button