QSD`ê bi daxuyaniyekê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk yên têkildarî şehîdbûna 6 şervanan, derewand.
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku, tê gotin 26’ê Kanûnê 3 û 27’ê Kanûnê jî 3 şervanên wan dema amadekariya êrişê dikirin hatin şehîd xistin, derewand.
QSD`ê got, 1li herêmên dagirkirî tu tevgerên yekîneyên me tune ne.
Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk her car daxuyaniyên bi vî rengî yên bê bingeh dide û hewl dide êrişên xwe yên li dijî herêmê rewa bike û li ser sûc û hovîtiyên xwe yên li herêmên dagirkirî jî bigire.