Şêx û Rûspiyên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan. Rûsipiyên Ereb diyar kirin ew ê bi tevî hemû pêkhatiyên Şengalê li hember êrişan yek bin. Rûspiyan ji bo azadiya Rêber jî bank kirin.
Bi navê pêkhateya Ereb a Şengalê derbarê êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina pêşengên civaka Êzidî de daxuyaniyek hat dayîn..
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hatin şermezarkirin û wiha hat gotin:
“Armanca êrişan ew e ku pêşengên civaka Êzidî ji holê rakin û ziyanê bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê..
Wek pêkhateyên Ereb em ê li gel hemû mezheb û pêkhateyên Şengalê yek bin û li hember her cûre êriş û destdirêjiyên li ser Şengalê bisekinin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû saziyên mafên mirovan û yekitiya Ewropayê hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikevin tevgerê û hat gotin:
“Em wek gelê Ereb, azadiya xwe di azadiya Rêber Ocalan de dibînin.”