Çîn beriya hevdîtina Xi Jinping û Biden daxuyaniyên aramiyê dide

Di nava hefteyên pêş de ji bo civîna navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping de, amadekarî tê kirin.
Beriya civînê ji Çînê daxuyaniyên aramkirina têkliyên navbera Pekîn û Waşîngtonê hatin dayîn.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û û hempîşeyê wî yê Çînê Xi Jinping wê di hefteya pêş de bi awayekî onlayn bicivin.

Her çiqasî daxuyaniyên redkirina danûstandinê hatibe dayîn jî lê, ji Çînê peyamên aramkirinê tên.

Jinping diyar kir ku Çîn amade ye cudahîyên bi Amerîka re rake.

Balyozê Çînê yê li Amerîka Qin Gang di merasîma Komîteya Neteweyî de, ku li Washingtonê li dar ket, nameya Jinping xwend.

Jinping di nameyê de dide zanîn ku Çîn amadeye bi Amerîka re ser mijarên herêmî û cîhanî hevkarîyê bike.

Çaverê ye ku civîna onlayn ya Jinping û Biden di demeke kin de li dar keve.

Lê heta niha demek diyarker nehatiye destnîşankirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku civîn dê di hefteya pêş de pêk were.

Back to top button