Koçberên li ber sînorê Polonya-Belarûs li ber sermayê ne

Krîza koçberên navbera sînorê Polonya-Belarûsê kur dibe.
Bi hezaran koçberan di nava sermayê de şeva xwe derbas kirin.

Koçberên ku piraniya xwe ji başûrê kurdistanê de, daxwaza derbasbûnê dikin.
Hikumeta Polonya li dijî derbasbûna koçberan tevdîran zêde dike.
Wezareta Parastina Polonya ragihand ku bêtirî 50 koçberên ku bi qaçaxî sînor derbas dikirin hatin binçavkirin.

Koçberên li ber sînorê Belarûs-Polonya şevek din ya sermayê derbas kirin.

Bi hezaran koçberên li sînorê navbera herdû welatan kom bûne li benda derbasbûnê ne.

Lê tevî vê yekê jî hikumeta Polonya di asêkirina sînorê xwe de bi israre.

Koçberên ku ji Iraq, Efxanistan û hermên cûda yên parzemîna Asya li ber sînorin dixwazin di zutirîn demê de derbasî xaka Ewropa bibin.

Koçber xelasiya xwe di derbasbûnê de dibînin.

Mîna ev malbata ji başûrê kurdistanê ku herdu lingê zarokên wî jêbûne.

Nêzî 4,000 koçber li sînorê polonya-belarûs li benda derbasbûna ewropa ne

Hewildanên koçberan yên derbasbûnê rastî astengiyên leşkerên Almanya tên.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Polonî PAP’ê, niha li ser sînorê her du welatan nêzî 4 hezar koçber hene.

Polonya: 50 koçberên sînor derbaskirine hatine binçavkirin

Zêdeyî 50 koçberên ku li Polonyayê bi qaçaxî sînorê Belarûsê derbas kirin hatin binçavkirin.

Wezîreta Parastina Neteweyî yê Polonyayê ragihand ku wan hejmara leşkerên li ser sînor kirine 15 hezar.

Berdevkê Midûriyeta Polîsan a Podlaska ya Polonyayê Tomasz Krupa ragihand ku zêdeyî 50 koçberên ku bi qaçaxî derbasî welêt bûne li nêzî gundê Bialowieza hatine binçavkirin.

Tomas Krupa da zanîn ku rewşek bi heman rengî li nêzî bajarokê Krynki jî pêk hatiye.

Tomas Krupa got, ekîba polîs a ji 40 kesan pêk dihat şandin herêmê.

Ev polis bi komeke din a koçberan re rastî hev hatine.

Belarûs: Em ê pêşî li koçberan negirin

Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko di axaftina xwe ya 6’ê Tîrmehê deragihand ku wê ji bo koçber berê xwe bidin Ewropa ti astengiyan dernexin.

Lukaşenko anîbû ziman ku ewê sînorê xwe negirin û koçberên ji Efxanistan, Îran, Iraq, Lîbya, Sûriye û Tûnisê li welatê xwe negire.

Hate diyarkirin ku di nava 2 mehên dawî de ji ber van sedeman nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha koçberên ku di navbera her du welatan de asê mane, ji ber şert û mercên hewaya sar û kêmxwarinê di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button