Hêzên Hikûmeta Şamê gundên Idlib, Heleb, Hema û Lazîqiyê topbaran kirin.
Balafirên nenas jî depoyên çekan ên hêzên bi ser Îranê bombebaran kirin.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên li Fetîra ya li başûrê Idlibê û derdora Seraqib û rojhilatê wê bi çekên giran êrişî hev kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê herêmên li derdora gundê Kefr Nûran ê li rojavayê Helebê topbaran kir.
Hat diyar kirin hêzên hikûmeta Şamê herêmên li sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê û Kebana ya Çiyayê El-Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê topbaran kirin.
Balafirên nenas li Bûkemalê depoyên çekan ên hêzn bi ser Îranê bombebaran kirin
Çavdêriyê ragihand ku balafirên nenas cih û depoyên çekan ên komên alîgirên Îranê li bajarokê Bûkemalê yê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin.
Hat diyar kirin di encama bombebaranê de 7 kes mirin û çend depoyên çekan hatin rûxandin.