Rojek jî bêyî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê derbas nabe.
Ev êriş jî ji Til Temirê heta bi Şehbayê tên kirin.
Deverên ku îro bûn armanca êrişan, dîsa derdora Şehbayê bûn.
Dwleta Tirk vê sibehê rêya di navbera gundê Til Qerah û Wehşiyê de topbaran kir
Ev gund jî yên Şehabyê ne û rêya di navbera wan de bû armanc.
Rojane tevî gelek deverên herêmê, aliyê Şehbayê rastî êrişên dewleta Tirk tê.
Di encama van êrişan de ziyanên mezin li derdorê dibin.



