Qamişlo-Însiyatîfa Gel banga tevlîbûna meşa mezin kir

Însiyatîfa Gel ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Apo sibe yekşem meşeke girseyî li Qamişloyê li dar dixe.
Însiyatîfê ji bo tevlîbûna meşê bang li hemû gelên herêmê kir.

Li dijî tecrîda giranekî ya li ser Rêber Apo û qedexeya hevdîtinê bi malbat û parêzeran re bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9’ê Îlonê rêze çalakî bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya Aştiyê li Rojhilata Navîn e” ragihand.

Îro jî pêkhateyên herêmê bi girseyê li ser banga Însiyatîfê tevlî çalakiya konê Qamşlo bûn.

Her wiha sibe meşeke mezin li Qamşlo saet 16’an dest pê dike.

Meş ji pêşiya Lîstikgeha Şehîdên 12’ê Adarê dest pê dike heta pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY’ê.

Însiyatîfê bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku bi girseyî telî meşê bibin û helwestên xwe li heber rêxistinên navnetewyî û bê dengiya wan bilind bikin.

Însiyatîfa gel banga beşdariya çalakiya konvedanê a li Qamşloyê kir

Back to top button