Li Efrînê çeteyan 141 darên şêniyan qut kirin

Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê ji bo xwezaya Efrînê wêran bikin her tiştî dikin. Çeteyan 141 dar li herêmên cuda yên Efrînê qût kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam li ser rêya ku diçe Basofan 79 darên zeytûnan birîn.

Ev dar jî milkê her du birayên bi navê Ehmed û Xelîl Nibo Xeyrî ne.

Çeteyên Sultan Mûrad jî 62 dar birîn.

9 darên milkên welatiyê bi navê Reşîd Şêxo yê ji gundê Qasim û 50 dar jî milkê şêniyê bi navê Ehmed Oso nin.

Ev dar piştî ku tên birîn wekî êzing li bazarên Efrîn, Bab, Ezaz û deverên din tê firotin.

Her wiha çeteyan li gundê Çiyê yê girêdayî Racoyê Stûnên elektrîkê dizîn û firotina şîrketa elktrîkê ya Tirkiyê.

Hate diyarkirin her stûnek li hember 75 dolarî hatiye firotin.

Back to top button