Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî li welatiyên taxên Xiwêran û Zuhûr ên Hesekê belav kir.
Rêveberiya Xweser îro alîkariyên mirovî li kesên ku ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê zirar dîtine li taxên Xiwêran û Zihûr ên Hesekê, belav kirin.
Meclisê alîkarî li 140 malbatên taxa Xiwêran belav kir.
Alîkariyên ku hatin belavkirin, birinc, savar, rûn, ava bacanan, şekir, çay û hwd.
Yek ji Rêveberên Meclisa bajarê Hesekê Ebdulkerîm El-Selman diyar kir ku belavkirina alîkariyan bi rêya lîsteyên nav û hejmaran bi rêya meclis û komînên li taxan pêk tê.