Tanrikulu: Zagona Înfazê, wê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne

Faşîzma AKP-MHP’ê li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyan bi vîrûsa Coronayê re rû bi rû hiştine û tedbîrên pêwîst nagirin.

Li aliyekî din jî, bi Zagona Înfazê wê gelek diz, kujer û tecawizkar werin berdan, lê nahêlin girtiyên siyasî ji vê qanûnê sûd bigirin.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û hiqûqnas Sezgîn Tanrikulu, qanûna înfazê ya ku ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin, rexne kir.

Tanrikulu, diyar kir ku ev xalên ku di zagona înfazê de hatine qebûlkirinin, wê sibe pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne.

Li gorî Tanrikulu, “ev zagon wê pêşî li berdana 90 hezar kesên ku dizî, destdirêjî, talanî û kuştin kirine, veke.

Lê girtiyên siyasî yên ku ji ber fikirên xwe ketine girtîgehan, derve-hiştina wan ji vê qanûnê, cihê mixabiniyê ye û nayê qabûlkirin”.

Serokê Baroya Stenbolê: Girtiyên siyasî na, lê kujer wê werin berdanz

Serokê Buroya Stenbolê Mehmet Durakoglu jî, bertek nîşanî zagona înfazê da û got:

“Yên divê bûn berdan, girtî ne. Yên ji ber fikirên xwe girtî ne, wê dîsa girtî bimînin. Lê yên mirov kuştine, destdirêjî kirine, dizî kirine û mafyan e, wê werin berdan.”

Back to top button